TIŞTÊ KU PÊWÎST
E DERBARÊ KORONAYÊ BIZANÎ

Tendurustî û babetên tevgeriyanê

Babetên jêrê hema wisa tên sepandin: Têkliya digel mirovan heta radeya pêkan kêm bike û têkiliya xwe bi komeke neguhêr a mirovan sînordar bike. Li wan cihên mirov di cihên teng de têne ba hev, divê hun maskekê bikar bînin. 

Erkê bikaranîna maskê li dezgehên guhdana mirovan, li nexweşxaneyan û li dezgehên din ên tendirustî, li hindek wargehên akincîbûna bi kom û her wiha li wesaytên hatinûçûna giştî misogir e. Hun divê her wiha li dema siwarbûna li alavên hatinûçûnê yê ezmanî û wesaytên qûnaxên dirêj jî maskekê bikar bînin.

Mînakî, kesên jêrîn mafê testa korona ya belaş hene:

  • Zarokên di bin 5 salî de.
  • Kesên ku ji ber sedemên bijîjkî nikarin bên vaksînkirin.
  • Her kesê ku dixwaze qerentînê bi dawî bike („testa belaş“).
  • Kesê ku bi kesekî re dijî ku vegirtî ye. 
  • Kesê ku ji kesên din re dinihêre, an li saziyên parêzvanî an lênihêrîna tenduristiyê diçe serdana xelkî an wan derman dike.
  • Kesên kêmendam û parêzvanên wan.

Kesê ku serdana kesên ji 60 salî mezintir dike, beşdarî bûyerên hundurîn dibe, an jî sepana hişyariya Korona ya wî çarçoveyek sor nîşan dide, dikare bi 3 euro testek bide.

Xalên sor ên herêmî: Eger corekî vîrûsê yê metirsdar berbelav bibe yan eger gûmana zêdebûna barê nexweşxaneyan ji ber bilindbûna hijmara kesên pêketî, hebe, dibe ku êdî li hindek Herêman rewşeke metirîdar û bivek ya pêketina bi vîrûsê peyda bibe. Herêmên Federal dikarin di rewşeke wisa de tedbîrên parastinê yên berfereh encam bidin.

Tedbîrên parastinê: Ji wan tedbîrên parastinê yên mumkin ji bo wan deverên ku jê re tê gotin xalên sor, erkê bikaranîna maskê ye û her wiha pêdiviya xwedûrkirina 1,5 metroyan ji xelkên din li deverên giştî ye. Dibe ku li dema derbasbûna nava hindek dezgehan û kompaniyan daxwaza pêşkêşkirina belgeyeke vaksîndanê, başbûnê yan testê ji mirovî were xwestin. 

  • 3G: kesên ku ji Corona sax bûne, bi tevahî vaksînkirî ne an jî kesên hatibin test kirin mafê têketinê hene
  • 2G: kesên ku ji Corona sax bûne, bi tevahî vaksînkirî ne mafê têketinê hene
  • 2G plus: kesên ku ji Corona sax bûne, an bi tevahî vaksînkirî ne mafê têketinê hene heke tevî van jî hatibin test kirin (Kesên ku vaksîna xurtker wergirtine ne hewce ne ku bêne testkirin)

 

Çavkanî: Navenda federal a Ragihandina Tendurustiyê