Em xwe didin nasîn

Em weku ZENTRUM TEMPUS Bielefeld e.V.  komeleyek ne-qezencê yê ne, û endama komele yên xêrxwaziya ne.

Her tim di civakê de merov hene bêyî alîkariyî û piştgiriyê ji bo  xweguncandina di civakê de ji ber şert û mercên têna guhertin  hestiyar nabin.

Bi pêşniyarên xwe, em cîhê tiştên nû diafirînin, da ku civaka me di nav de
azadiya takekesî  hebe û  civakek pak her kes bi azadî têde bijî.

Em parestina rêzgirtin, lêborîn, mafên wekhevyê û di jiyanê de derfetên wekhev û
ji bo hevahengiya civakî kar dikin.

Pêşniyarên me

Navenda xebata me li ser şêwirmendiya derûnî-civakî ya û transkulturî ye.

Pêşniyarên din ev in:

  • Projeyên ku di berjewendiya hevpar de ne
  • Piştgiriya pêvajoya psîkososyal
  • Piştgirî û hevgirtina komên xweser bi zimanê dayikê ye
  • Tîmên kar li ser mijarên cûda
  • Perwerdehiya pirrjimar li ser mijarên cûrbecûr

Em bi minetdarî û rêzdarî dixebitin.
Ji bo gelek têkiliyî û karên hevbeş yên din em bi hatina we kêfxweş dibin.

Tîmê Kar

Tîmê me bi pirzimanî, pirpîşî û pisporî dixebite.

 

Ȿêwirdarî

Komeleya ZENTRUM TEMPUS Bielefeld e.V. piştgirî û şîretan dide kesên ku temenê wan zêde tir ji 16 salî ye, yên ku rastî  zor û zehmetiyê tên û rewşa  jiyana wan dijwar e. Komele bi rengekî bê alîgir, bigiştî û li gor çanda civakên cude û yên cûr bi cûr kar dike û dixebite, ji bona peydabûna  çareserîyan rahênan Pîskolocik yên erênî bikar tîne.Ȿêwirmendî pirzimanî û pirçandî ye.

Ȿêwirmendîya me ji hêla pisporan  ve tête kirin. Bi pîşeyî û derfetên xwe yên çandî û takekesî ve bi hêzin, we derfet heye ku hûn têra xwe di cîhana şêwirmendan de şîretan werbigrin.

Ȿêwirmendîya me, dibe dîrek bi we re be, yan jî bi  rêya têlefonê were kirin.

Demjimêrên şêwirmendiya me ev in:

Pêncşem ji saet 16.00 – 18.00

Demên şêwirmendiya me ya têlefonê ev in:

Sêşemî ji 10-ê sibê heya 12-ê danê êvarê.

Pêncşem ji 10-ê sibehê heya 12-ê danê êvarê.

Em bi nepenîtiyê ve pabendin.

Hûn dikarin her gav li ser makîna bersîva telefona me peyamek bihêlin. Em dê têkilîyê bi we re daynin.

Hevdîtin bi rêkeftinê pêk tên.

Telefonê me

0521 44 818 438

Hûn ê her dem bi me re piştgiriyek guncan bibînin!

Ger hewce be, em dikarin we bişînin saziyên din.